Li Wanê bi hezaran kes ji bo zimanê dayikê meşiyan

Li Wanê bi hezaran kes ji bo zimanê dayikê meşiyan

Meşa ji bo zimanê dayikê  ku ji aliyê Kurdî-Der a Wanê û BDP’ê ve hat rêxistinkirin bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Beşdarên meşê daxwazên xwe yên ji bo zimanê dayikê anîn ziman.

Bi boneya destpêkirina sala perwerde-hinkariyê meşek ji bo daxwaza zimanê dayikê ji aliyê Kurdî-Der a Wanê û BDP’ê ve li pêş Navenda Çanda Nuda ya li taxa Xaçortê hat li darxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin û pankartên  weke ‘hebûna min çima ji hebûna Tirk re diyarî be’, ‘em kongreya 9. ya KCK’ê silav dikin’, ‘gelê Rojava ne bê xwedî ye’ û ‘ziman bedene, xwedî li bedena xwe derkeve’ hatin hilgirtin. Di meşê de li ser hev ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan durûşme hatin avêtin.

Meşa ku hevseroka bajêr yê BDP’ê Figen Yaşar, alikarê hevserokê bajêr yê BDP’ê Azim Yacan tevli bûn heyanî Dibistana Seretayî ya Fevzî Geyik dewam kir. Daxuyaniya çapemeniyê ya ku li pêş dibistanê hate dayin ji aliyê Serokê Kurdî-Der ya Wanê Îsmaîl Aşkan ve hat xwandin. Di daxuyaniyê de bal kişande ser polîtikayên asimlasyona ku 90 salin li ser zimanê kurdî tê pêk anîn. Aşkan diyar kir ku vê polîtikaya asimlasyonê bi berxwedana kurdan wenda kiriye û wiha got: “Kurd êdî ne yên berê ne. Mafê xwe yê herî zêde mafê mirovane, zimanê dayikê dixwazin. Heya ku ev daxwaza me were cih wê tekoşîna me berdewam bike.”
Meş bi dayina perwerdeya mînak a Kurdî bi dawî bû.