Li Volklîngenê meclîs hat ragihandin

Li bajarê Volklîngen ê eyaleta Elmanya Saarlandê, Meclîsa Civaka Kurd hat ragihandin.

Li bajarê Volklîngen ê eyaleta Elmanya Saarlandê, Meclîsa Civaka Kurd hat ragihandin. Kongreya damezrandinê bi beşdariya 50 delegeyî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên li kongreyê hatin kirin de hat destnîşankirin ku pêvajoya heyî ji bo Kurdan û şoreşger û demokratên Tirkiyeyê gelekî girîng e. Axaftvanan dan xuyakirin ku ji ber hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê pêvajoyeke girîng heye û ji bo derbasbûna HDP'ê ji bendê, xebatên divê li Volklîngen û derdora wê werin kirin, hatin nirxandin.

Hat ragihandin ku Meclîs wê ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdên li Volklîngenê dijîn bibe alîkar.

Di encama kongreyê de meclîsa ji 27 endaman hat ragihandin.