Li Torontoyê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi wesîleya pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK'ê bi beşdarbûna sedan kesî  konvoyek pêk hat. Piştî konveyê, di pîrozbahiyê de xwedî li ruhê berxwedana gerîla hate derketin û ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.   

Li ser navê jin û Tevgera Ciwanên Şoreşger peyam hatin xwendin. Hat diyarkirin ku têkoşîna niha Şervanên Azadiyê dimeşînin li cîhanê mînak e û divê bi tîpên zêrîn di dîrokê de were nivîsandin. Her wiha bi taybetî têkoşîna Girtiyên Azadiyê yên ku bi ruhê Kemal, Xeyrî û Mazlûman têdikoşin hat silav kirin.

Gelê Kurd ê li Torontoyê dijîn bi coş û kelecan tevlî pîrozbahiyê bû. Şahî bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan dewam kir.