Li Torontoyê konferansa Kurd pêk hat

Li bajarê Toronto yê Kanadayê konferansa Kurd pêk hat û serketina Rojava û HDP’ê hat silavkirin, banga têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ’ê hat kirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê konferansa Kurd pêk hat û serketina Rojava û HDP’ê hat silavkirin, banga têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ’ê hat kirin.

Bi organîzasyona Navenda Civaka Kurd a Torontoyê, konferansa Kurd pêk hat. Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Sînem Muhammad, parlamenterê Çewlîkê Hişyar Ozsoy, Prof Dr. Ofra Bengîo, parlamenter Mark Adler, Jim Karygiannis, Wezîrê Parastinê yê Kandayê Mr. J. Kenney, sekreterê parlamenterê Kandayê Bernard Tottier, nûnerê Ermenî yê Kandayê Aris Babikian, Rev. Majed El Shafei, Menajer Andrew Majoran wek axaftinker beşdar bûn.

Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser komkujiyên ku DAIŞ li Kobanê , Şengal û Rojava pêk tîne. Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Mohammad têkildarî kantonan de agahî da û got heta dawiya DAIŞ’ê bê wê têbikoşin. Her wiha got divê dewleta Kanadayê zêdetir destekê bide şervanên YPG-YPJ’ê.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî bi rêya SKYPE tevlî konferansê bû. 

Wezîrê Parastinê yê Kanadayê jî got ew li cem gelê Kurdin û her tim ji alîkariyê re amade ne. Di axaftinan de hat xwestin ku ji bo avakirina Kobanê jî alîkarî bê dayîn.

...