Li Toronto bîranîna Komkujiya Helepçe

Li bajarê Toronto yê Kanada Komkujiya Helepçe hat bîranîn.

Li bajarê Toronto yê Kanada Komkujiya Helepçe hat bîranîn.

Li Bajarê Toronto yê Kanada ji aliyê Kurdish House (Mala Kurdan) û  Navenda Civaka Kurd a Toronto ji bo bîranîna 27. salvegera Komkujiya Helepçe civînek hat lidarxistin. Di civînê de ku nêzî 200 kes amade bûn, parlamenterên Partiya Consarvatif û Lîberal, Dr. Sarin Azar ê li Kobanê bi dildarî xebat meşandiye, nûnerên ji komîteya Îslamî ya Kurdistan û Komîteya Ermeniyan jî têkildarî komkujiyê axaivîn.

Piştî axaftinan belgesela der barê komkujiya Helepçeyê de hat temaşekirin. Bîranîn bi kilaman bi dawî bû.