Li Tetwanê panela 'Perwerdeya zimanê kurdî'

Li Tetwanê panela 'Perwerdeya zimanê kurdî'

Di çarçoveya Mihrîcana Çand û Hunerê ya Fûara Tetwanê de panela "Perwerdeya bi zimanê zikmakî" hate lidarxistin.

Di çarçoveya Fûara Tetwanê de Mihrîcana Çand û Hunerê bi rêzeçalakî û panelan didome. Bi pêşengiya Mala Piştgiriyê ya Perwerdeya Şarederiya Tetwanê li qada fûarê di konê hate vedan de panela "Perwerdeya bi zimanê zikmakî" hate li darxistin. Di panelê de rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Tetwanê A. Hakîm Kartal û gelek kes amade bûn. Kartal diyar kir ku, pergalê li heremê ji bo zimanê kurdî pişaftin bike gelek êrîşan pêk aniye û wiha got: "Li dibistanên Tirkiyê bi yek zimanî yê zordarî û rêbazên pişaftinî ji dîroka komarê heta niha didome û tê bikaranîn. Zarokên kurdan ji ber ku li dibistanan bi zimanekî din tên perwerdekirin rastî muameleyên kirêt tên. Encama vê ya derûnî her tim di jiyana xwe de dîtine."

Piştî panelê li baxçeyê çayê ya Jinan a Mizgîn ji aliyê Mala Piştgirtinê ya Perwerdê ve ji bo zarokan "Şeva Çîrokan" hate amadekirin û li vir Mamo Hebîb çîrokên kurdî xwend.