BI DÎMEN

Li Swîsreyê coşa Newrozê: Civaka Azad, Rêbertiya Azad

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê li bajarên cuda yên Swîsreyê dewam kirin. Newroz vê hefteyê li Lûgano û Sionê hate pîrozkirin.

PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ

Li herdu bajaran di pîrozbahiyan de banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo hate silavkirin û işaret bi têkoşîna edalet, civaka demokratîk û azadiyê ya gelê Kurd hate kirin.

Li bajarê Lugano di pîrozbahiya Newrozê de qad bi posterên Rêber Apo û alên PKK'ê hate xemilandin.

Di pîrozbahiyê de ku bi dirûşma 'Civaka Azad, Rêbertiya Azad' hate lidarxistin, banga xwedîderketina li îradeya Rêber Apo hate kirin.

Beşdaran tim û tim dirûşmên 'Bijî berxwedana PKK'ê', 'Bijî berxwedana Îmraliyê', Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana gerîla' û 'Bê Serok jiyan nabe' qîriyan.

Piştî axaftinan girseya gel li dora agirê Newrozê govend gerand.

Hunermend Azad Karahan û Serhado hunera xwe pêşkêş kirin.

Li bajarê Sion ê Kantona Valaisê jî Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Qada Plantayê pêk hat û destpêkê ji bo bîranîna şehîdên Newrozê deqeyek rê hate girtin.

Di herdu pîrozbahiyan de ku îradeya civaka azad û xwerêveberiyê li pêş bû, girseya gel heta danê êvarê govend gerand.

Pîrozbahî bi stran û peyaman bi dawî bû.