Li gelek navendên Swîsre 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Zarokan ku pasteya rojbûnê birîn, di axaftinan de hat diyarkirin felsefeya Ocalan ava kiriye, di serî de gelê Kurd ji bo gelên bindest girîng e.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 5 avrêlê 2015, 15:59
Li gelek navendên Swîsre 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Zarokan ku pasteya rojbûnê birîn, di axaftinan de hat diyarkirin ku felsefeya Ocalan ava kiriye di serî de gelê Kurd ji bo gelên bindest girîng e. Li paytexta Norwec Oslo jî rojbûna Ocalan hat pîrozkirin.
66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Swîsre Bern, Lozan, Cenevre, Biel, Basel, Chur, Zurich û gelek navendan hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyên li navendên civaka Kurd a Demokratîk de, gelek Kurdistanî beşdar bûn û pastaya rojbûnê ji aliyê zarokan ve hatin birîn.
Axaftvanan bal kişand ku pêşeroja tevayî gelên bindest di felsefeya Ocalan de veşartiye. Her wiha hat diyarkirin ku 4’ê Nîsanê ji bo Kurdan tê wateya ji nû ve vejînê.
Piştî axaftinan pasteyên rojbûnê ji aliyê zarokan ve hatin birîn. Dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be ey serok Apo” hatin gotin. Kurdistaniyan li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin.
OSLO
Li paytexta Oslo ya Norwec Kurdistaniyên li Komeleya Çandê ya Kurdistan hatin gel û piraniya wan jin û zarok bûn rojbûna Ocalan pîroz kirin.
Li gel pasteyeke mezin a wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser kekên malbatan ji mal anîbûn ji aliyê zarokan ve hatin birîn û li beşdaran hatin belavkirin.
Di pîrozbahiyan de hunermendên Kurd stran gotin û govend hat gerandin.
Di pîrozbahiyê de li ser navê komîteya jinan Leyla Algunerhan û siyasetmedar Hawar Roj axivîn.
Algunerhan a ji ANF’ê re axivî got, “Ocalan ji bo jin û gelan hêvî ye, lewma rojbûna Ocalan di heman demê de wek rojbûna jin û gelan e. Divê jin û gel li Ocalan xwedî derkevin.”
Hawar Roj jî got ku Ocalan wek kesekî nagirin dest, Ocalan ruh û felsefeyek e. Roj wiha dewam kir: “Ocalan bawerî da civaka bê bawer. Hêz a gelekî bêhêz. Civakek nezan zane kir.”