Li Stuttgartê 5 hezar kesî dewleta Tirk şermezar kirin
Bomberdûmana li hember Herêmên Parastinê yên Medya, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hat şermezarkirin.
Bomberdûmana li hember Herêmên Parastinê yên Medya, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hat şermezarkirin.
Bomberdûmana li hember Herêmên Parastinê yên Medya, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi girseyî hat şermezarkirin.
5 hezar kes tevlî meşa ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk ve hat organîzekirin. Di meşê de di serî de Kurd, Tirk û Elman ji gelek beşên civakê mirov amade bûn. Di meşê de dirûşmên, “Bijî PKK/YPG”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin gotin.
Girseya saet 16:00’an dest bi meşê kir li Cadeya Thedore Haus rastî provokayona kesekî hat. Girseyê li Wilhelmplatz mîtîngek li dar xist.
Di mîtîngê de li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk daxuyaniyeke hevpar hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin lı dewleta Tirk li Pirsûsê komkujiyeke din a hov pêk aniye.
Di mîtîngê de li ser navê NAV-DEM, AvEG-Kon, TJK-E, SKB, AABF, ATIK, DIDF, ADHK, ADEF, FKE, FEDA, MDDP, FCIK, YXK, MLPD û Ciwanên Antîfa jî axaftin hatin kirin.