Li Stenbolê 4 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
Endamên DEM-GENÇ ên ji bo tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li Tunelê hatin gel hev, rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşê de 4 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin.
Endamên DEM-GENÇ ên ji bo tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li Tunelê hatin gel hev, rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşê de 4 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin.
Endamên DEM-GENÇ ên ji bo tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li Tunelê hatin gel hev rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşê de 4 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin.
Parêzer Levent Tîşkîn diyar kir ku 4 jê zarok 10 kes hatine binçavkirin. Tîşkîn da xuyakirin ku kesên hatine binçavkirin ji paşve hatine kelepçekirin, hatine derbkirin û heqaret li wan hatiye kirin. Tîşkîn got, “6 kes birin Şaxa Ewlekariyê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Cadeya Vatan, 4 jî birin Şaxa Zarokan.”
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:
Husnu Gul, Ozgur Gureş, Murat Turker, Ferhat Kopal, Sedat Eroglu, Ozkan Taşçi, Abdulkadîr Kolatu, Bariş Oktay, Mehmet Zekî, Kildir Mehmet Bîlal.