Li Serhedê ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin

Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê rêya bi sedan gund û taxan ji ber berfê hatin girtin.

Li herêma Serhedê, berfha ku doh êvarê dest pê kir rêya bi sedan gund û taxan girt. Li nava bajêr û navçeyên wê jî çûn û hatin bi zehmetî dibe.

Berfê bandora herî giran li Erdexan û navçeyên wê kir. Li vî bajarî rêya zêdeyî 50 gund û gundik, li Erzîrom û Agiriyê jî rêya gelek gund û taxan hate girtin.

Ji ber befê li navçeya Miks a Wanê, li rêya Wan-Colemêrgê û li rêya Erzîrom-Qersê mesafeya dîtinê daket 10 metreyan.

Li Wan, Agirî, Bedlîs, Erzîrom, Colemêrg, Qers, Mûş, Erdexanê alarm hate dayin ku tê payin bi şev jî berf bibare.