Li Serêkaniyê dewreya zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Serêkaniyê dewreya zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Serêkaniyê dewreya zimanê Kurdî bi dawî bû
Şaxa Serêkaniyê ya Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd li Sûriye (PDPKS) dewreya zimanê kurdî ya bi navê Arşev Ozkan bi merasîmekê bidawî kir.
Merasîma belavkirina bawernameyan li gundê Bîrkinêsî hate lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Komîteya Navendî PDPKS’ê Îsmaîl Bedran li ser geşedanên dawî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê axivî. Bedran, di axaftina xwe de bal kirşand ser girîngiya fêrbûna zimanê kurdî.
Li ser navê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) jî axaftin hate kirin û bal hate kişandin li ser girîngiya ziman di vê pêngava dîrokî de. Piştre Hevsera helbestvanê kurd Arşev Ozkan Leyla Ozkan axivî. Ozkan, bal kişand ser xebatên Arşev Oskan a ji bo zimanê kurdî. Piştî axaftinan, bawername li 70 xwendekarên ku dewreya ziman qedandibûn hate belavkirin.
Dewreya zimanê kurdî ya Şaxa Serêkaniyê ya PDPKS’ê bi navê helbestvanê kurd Arşev Ozkan hatibû despêkirin, du mehan domkir.