Li Şemzînanê rojên çand û hunerê

Li Şemzînanê rojên çand û hunerê

Ji aliyê Navenda Çandê ya Guldexwînê ku di bin banê Şaredariya Şemzînana Colemêrgê de xebatan dimeşîne, di çarçoveya 'çalakiyên meha Remezanê' de di navbera 29'ê tîrmehê û 1'ê tebaxê de dê çalakiyên hunerî yên wekî; muzîk, şano, şevbêrka dengbêj û pêşangeha wêneyan li dar bixe.

Di destpêka bernameya çalakiyan de, dê roja yekem di demjimêr 21:30'an de li kolana Cumhuriyetê bi tevlîbûna dengbêjên li herêmê 'Dîwana Dengbêjan' dê were li dar xistin. Di roja duwemîn de, şanogerên ku li Navenda Çandê ya Guldexwînê xebatên xwe dimeşînin di demjimêr 21:30'yan de, dê lîstika şanoyê bilîzin. Di roja sêyemîn de jî, dê ji aliyê gelek komên muzîkê ve di demjimêr 21:30'yan de konsereke bê lidarxistin. Di heman rojê de, dê pêşangeha wêneyan a ku sê rojan vekirî bimîne jî dê bê vekirin.