Li Şemzînanê ji bo perwerdeya zimanê dayikê kampanya îmzeyan

Li Şemzînanê ji bo perwerdeya zimanê dayikê kampanya îmzeyan

KURDÎ-DER Şaxê Şemzînanê bi daxwaza "Bi zimanê dayikê perwerdeyê dixwazim" kampanya îmzeyan da destpêkirin.

KURDÎ-DER Şaxê Şemzînanê bi daxwaza "Bi zimanê dayikê perwerdeyê dixwazim" kampanya îmzeyan a 3 rojan dewam bike, da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li kolana Cumhuriyetê dezgeha berhevkirina îmzeyan hat danîn û tevî Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Cabbar Taş, Cîgira Şaredarê Şemzînanê Bêrîvan Avci, rêveber û endamên KURDÎ-DER, KCD, MEYA-DER, KESK, YAKIN-DER û Însiyatîfa Azadî di merasîma vekirinê de amade bûn.

Serokê KURDÎ-DER'ê Şaxê Şemzînanê Hamza Arslan der barê kampanyayê de peyivî û got, "Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê me dest bi kampanya îmzeyan kirin. Em li bendê ne ku tevahiya gelê Şemzînanê piştgiriyê bide vê kampanyayê û morê biavêje binê daxwaznameya perwerdeya Kurdî. Ji avabûna Komara Tirkiyê û vir ve li ser Kurdî gelek lîstik hatin lîstin. Heta ku zimanê gelekî azad nebe, ew gel azad nabe. Em tu lîstikên li ser zimanê Kurdî tê lîstin qebûl nakin û emê qebûl nekin. Wezîfeya her Kurdî-ê ew e ku zimanê xwe yê dayikê hem li dibistanan hem jî li nava jiyana normal bikar bîne."