Li Rûsya pîrozbahiya Çarşema Sor
Li bajarê Çêliyabinskê yê Rûsya Çarşema Sor ji aliyê civaka Êzidiyan ve hate pîrozkirin.
Li bajarê Çêliyabinskê yê Rûsya Çarşema Sor ji aliyê civaka Êzidiyan ve hate pîrozkirin.
Li bajarê Çêliyabinskê yê Rûsya Çarşema Sor ji aliyê civaka Êzidiyan ve hate pîrozkirin.
Piştî sala 1990 hatina civaka Êzidî ya Rûsyayê, cara yekem pîrozbahiya Çarşema Sor li bajarê Çêliyabinskê pêk hat. Bi tevlîbûna sed kesî bi xemla kesk û zer pîrozbahî bi qurbandayinê destpê kir, hêk bi kesk, sor û zer hatin rengkirin, şîrînayê hatin amadekirin. Qurbandayin û derbazbûna ciyê pîrozbahiyê bi duaya Şêx Tîtal Amoyan destpê kir. Pîrozbahiya civîna ji bo cejnê ji aliyê berpirsyarê tevgera çanda Kurd û endamê rêveberiya Yekîtiya Êzidiyên Rûsyê Sêvdînê Davoyî ve hat rêvebirin. Pîrozbahî bi biranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û şehîdên fermana 73. destpê kir. Daxuyaniya pîrozbahiyê ya li ser Çarşema Sor hate xwendin. Cejn di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di kesayeta şervanên Şengal û Kobanê de li hemû şervanên azadiyê, hemû Kurdistaniyan û bi taybet jî li civaka Êzidî hat pîrozkirin. Hêzên bûn sedema fermana 73. û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermazarkirin. Hêzên li Şengal û Kobanî xwedî derketin hatin silav kirin, di vî alî de ked û hewldana Rêberê Gelê Kurd û PKK bi taybetî hate destnîşankirin û silavkirin.
Piştre Şêx Tîtal li ser wateya Çarşema Sor nirxandin kir, qewil xwend û li ser edetên Êzidiyan girêdayî cejnê gel agahdar kir.
Li dû axaftina Şêx Tîtal, Avreman li ser dîroka ola Êzidiya û wateya olê û civakbûyina Kurdistaniyan di çarçoveya xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî.
Paşê li ser navê rûspiyên Êzidiyên Çêliyabînskê Ezîz Şamoyî axivî. Şamoyî di axaftina xwe de cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû şervanan û gelê Kurd, bi taybet jî ya Kurdên Êzidî pîroz kir û qehremaniya HPG, YPG, YPJ, YBŞ hate silavkirin.
Piştî daxuyanî û axaftinan gel derbasî ser masa pîrozbahiyê bû. Bi tevlîbûna hunermend Mirazê Têmûr, Yûrayê Memê, Qaşaxê Leto şahî heta derengiya dewam kir.