Li Rotterdamê civîna hilbijartinê

Li bajarê Rotterdam ê Hollanda li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civîna piştevaniya bi HDP’ê re hat lidarxistin.

Li bajarê Rotterdam ê Hollanda li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civîna piştevaniya bi HDP’ê re hat lidarxistin. Di civînê de xebatên ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê di ber çavan re hatin derbaskirin û hat diyarkirin ku heta hilbijartinan divê xebatan bê navber bidomînin.

Hevseroka Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Hollanda Aliye Varto, endamê Konseyê Şervan Çewlik û nûnerên MLKP’ê jî ku tevlî civînê bûn, hat diyarkirin ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê di asta ku qedera Tirkiye û Kurdistanê biguherînê de ne.

Piştî axaftina nûnerê MLKP’ê û Hevseroka Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Hollanda Aliye Varto, endamê Konseyê Şervan Çewlik jî got, “Pêkhateyên HDP’ê, HDP’ê dikin hêviyeke mezin. Pêwîst e, bend bê derbaskirin û eniyek bê avakirin. Şevên piştevaniyê yên bi HDP’ê re wê 25’ê Nîsanê û 3’ê Gulanê li vir pêk bên. Em her kesî dawet dikin.”