Li Rojava şoreşa çand û hunerê
Li Rojava şoreşa çand û hunerê
Li Rojava şoreşa çand û hunerê
Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê, di qada çand û hunerê de jî şoreşê dijî. Li Kobanê Navenda Çand û Hunerê pêvajoyên şoreşê gav bi gav dişopîne û berhemên mîna şano û stranan diafirîne û pêşkêşî gel dike.
Mîna gelek qadên jiyanê, şoreşa 19'ê Tîrmehê bandora xwe li qada çand û hunerê jî kiriye. Li bajarê Kobanê komên çandî û hunerî ku di Navenda Çand û Hunerê de birêxistin bûne, pêvajoyên şoreşê gav bi gav dişopînin û hewl didin ku berxwedan gel bi awayekî hunerî, bi rêya şano û mûzîkê pêkêşî gel bikin.
Endamê Koma Botan a Şano Ismaîl Mihemed diyar kir ku wan di derbarê pêvajoyên şoreşa 19'ê Tîrmehê û berxwedana gelê Kurd de gelek şano çêkirine û pêşkêş kirine. Mihemed diyar kir ku wan jibo bîranîna cangoriyên azadiyê şanoya bi navê "Çanda Çiya" pêşkêş kirine.
Ji endamên komê Zozan Ehmed jî diyar kir wan di berhemên xwe yên hunerî de mijarên mîna desthilata gel, xweseriya Demokratîk û zimanê Kurdî jî pêşkêş kirine.
Ehmed Ehmed ku lîstikvanên şanoyê ye diyar ku ew niha di derbarê berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê şanoya binavê "Berxwedana YPG" amade dikin.
Komên mûzîkê jî hewl didin ku bibin dengê şoreşê.
Koma Botan û Koma Laleş ên mûzîkê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê û berxwedana YPG'ê gelek stran pêşkêş kirine.
Hunermend Şêxnebî Baqî Xido ku endamê Koma Laleş e diyar kir ku wan di vê demê de 4 stran amade kirine, 3 ji wan stranan ji bo bîranîna Şehîd Viyan, Rustem, Mehmûd, Qendîl û Dilovan û ya çarê jî derbarê berxwedana YPG'ê de hatine çêkirin.
Endamê Koma Botan hunermend Mihemed Qasim jî diyar kir ku koma wan ji bo piştgirya berxwedana YPG'ê stranek amade kiriye.