Li Rojava perwerdeya ziman her dewam dike

Li Rojava perwerdeya ziman her dewam dike

Navenda Reşîdê Kurd a girêdayî Saziya Zimanê Kurdî (SZK), ku li Amûdê xebatên xwe dimeşîne, piştî dewreyên asta yekemîn û sêyemîn ên zimanê kurdî, bawername belav kirin.

Bi munasebeta belavkirina bawernameyan li Navenda Reşîdê Kurd  merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku şagirt û malbatên wan amade bûn de, endana rêvebiriya Navenda Reşîdê Kurd Zekiya Oasman derbarê girîngiya perwerdeya zimanê Kurdî de axivî. Osman her wiha êrîşên komên çekdar ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Li ser navê şagirtan jî, Şînda Elî û Rojîn Şiwêş axivîn û sipasiyên xwe pêşkêşî mamosteyan û rêvebiriya Navenda Reşîdê Kurd kirin.

Merasîm bi belavkirina bawenamyan bidawî bû.