Li Rojava amadekariyên vekirina dibistanan dewam dikin

Li Rojava amadekariyên vekirina dibistanan dewam dikin

Saziya Zimanê Kurdî li Girkêlegê  û Rimêlan di çarçova amdekariyên sala nû ya xwendinê de civînek lidar xist.

Di çarçova amadekariyên sala xwendinê ya nû de Saziya Zimanê Kurdî li Girkêlegê û Rimêlan, bi beşdariya mamosteyên zimanê Kurdî civînek lidar xist.

Civîn li navenda Zimanê Kurdî ya Rimêlan bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Endama Saziya Zimanê Kurdî Zozan Amed der barê kar û xebatên saziyê de ji beşdaran re axivî û diyar kir ku wan ji bo sala nû ya xwendinê gelek amadekariyên pêwîst pêkanîne.

Amed diyar kir ku ewê di sala nû de hewil bidin ku zimanê Kurdî bi awayekî fermî li hemû dibistanên Rojavayê Kurdistanê bidin xwendin.

 Di civîne de Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer di axivî û geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê nirxand.