Li Raco Navenda Zimanê Kurdî hate vekirin

Li Raco Navenda Zimanê Kurdî hate vekirin

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Raco ya Efrînê Navenda Perwedeya Zimanê Kurdî vekir.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li seranserî Rojavayê Kurdistanê xebatên perwerdeya zimanê Kurdî dimeşîne, li gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Raco ya Efrînê Navenda Perwedeya Zimanê Kurdî ya Şehîd Xemgîn vekir, di merasîma vekirinê de şêniyên gund, mamostayên zimanê Kurdî û nûnerên Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê beşdar bûn.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê endamê SZK'ê Mihemed Muxtar axivî, vekirina navendê pîroz kir û ji gundiyan xwest ku zarokên xwe ji bo perwedeya zimanê Kurdî bişînin navendê.

Bavê Şehîd Xemîn jî ji ber ku navê kurê wî yê ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe jidest daye li navendê kirine spasiya SZK'ê kir.

Şahî bi stranên koma ciwanan ya Navenda Çand û Hunerê li Raco dewam kir.