Li Qendîlê cejn bi zarokan geş bû

Îsal cejn, piştî betlaneya dibistanan hat. Li Qendîlê zarokên ji dibistanan vegerî gundên xwe, bi coş û peroş cejn pîroz kirin.

Cejna Remezanê, îsal meha Hezîranê pêk hat. Di vê mehê de zarok ji dibistanan vedigerin û dikevin betlaneyê. Zarokên gundên Binarê Qendîlê yên ji dibistanan vegerî gundên xwe, bi coş tevlî pîrozbahiyên cejnê bûn.

Îsal piştî betlaneya dibistanan û bi meha Hezîranê re destpêkirina germahiyê re gelek malbatan berê xwe da gundên xwe. Gelek niştecihên herêmê hêj serê meha Nîsanê, vegeriyan gundên xwe û meha rojiyê li gundê xwe derbas kir. Bi hatina Cejna Remezanê re jî zarokên hatî gundan bi wesîleya cejnê daketin kolanan û mal bi mal geriyan, bi coş cejna gundiyan pîroz kirin û şekir berhev kirin.