Li Parîsê şermezarkirina çeteyên DAIŞ’ê

Bi banga Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa Kurdistaniyan û dostên wan komkujiya li Kobanê şermezar kirin.

Bi banga Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa Kurdistaniyan û dostên wan komkujiya li Kobanê şermezar kirin.

Bi banga CDK-F Kurdistanî pişî saet 17.00’an li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bûn. Ji vir bi dirûşman ber bi Qada Republique ve meşiyan. Endamên Partiya Komunîst a Fransa, MRAP, Kollektîfa Piştevaniya bi Jinên Kobanê re, Ensamble, ACTÎT, ODAK, Partîzan, DÎDF û gelek nûnerên saziyan di nav girseyê de cihê xwe girtin.

Li Qada Republique ji bo kesên di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat. Paşê daxuyaniya CDK-F hat xwendin. Di çalakiyê de li ser navê PYD’ê Xalit Îsa, li ser navê Partiya Komunîst Pascal Torre, nûnerên tevgera Ensamble, MLKP û gelek saziyên Kurd axivîn. axaftvanan bal kişandin ser piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyan re. 

...