Welatparêzê Kurdistanî Mehmet Top ê li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a Parîsê dima, roja Duşemê saet nêzî 16.00’an di encama qezaya kar de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Mehmet Top li mala bavê wî taziye tên qebûlkirin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Villeneuve Saint Georges ji bo Mehmet Top ê sala 1974’an li Dêrsimê ji dayik bibû peyamek weşand, ji bo malbata Top û tevayî welatparêzên jê hez dikin sersaxî xwest.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Mehmet Top, li herêma lê dima bi nasnameya xwe ya welatparêzî dihat naskirin” û hat diyarkirin ji bo Top di qezayeke bêşens û ne wextê wê de jiyana xwe ji dest daye xemgîn in. Hat ragihandin ku pêwîst e gel ji bo taziyeyê hestyar be.