Li Parîsê çalakiya edaletê

Li Parîsê ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerina Kurdistaniyan a edaletê didome.

Li Parîsê ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerina Kurdistaniyan a edaletê didome. Weke her roja Çarşemê Kurdistaniyan bi meşa li dar xistin xwestin Fransa komkujiyê ronî bike.

Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin gel hev, bi endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst re bi dirûşman dest bi meşê kirin. Çalakvanên flamayên wêneyên her sê jinên şoreşger li ser hilgirtin, ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistan ve meşiyan.

Di tevahiya meşê belavokên têde tê xwestin kesên li pişt komkujiyê derkevin holê hatin belavkirin. Dema girse gihişt ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê, Dayik Têllî a endama Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy xîtabî girseyê kir.

Di axaftinê de careke din hat xwestin ku hêzên li pişt komkujiyê bên ronîkirin û wiha hat gotin: “Em ê her Çarşem di çalakiyê de bin. Em edalet û ronîkirinê dixwazin. Em dibêjin qatilan bidarizînin.”

Çalakî bi dirûşma, “Şehîd namirin” û “Em edaketê dixwazin” bi dawî bû. 

...