Li Oldenburgê Rojên Filmên Kurdî
Li Oldenburgê Rojên Filmên Kurdî
Li Oldenburgê Rojên Filmên Kurdî
Li bajarê Oldenburgê Rojên Filmên Kurdî ku dê sê rojan berdewam bike îşev destpê dike. Di ahenga ku dê bi pêşandana filmê “Zarokên Winda yên Helebceyê” destpê bike, her wiha dê çanda Kurdan jî bidin nasandin.
Bi xebatên hevpar yên Komeleya Çanda Medya ya li bajarê Lohne ya girêdayî Navenda bajarê Oldeenburgê û sînemaya Oldenburgê îşev di demjimêr 19:00’an de Rojên Filmên Kurdî destpê dike. Ahenga ku dê li salona “Cine k” ya li navnîşana 11. Bahnfofstr pêktê, dê heya roja Yekşemê b idome.
Di dawiya ahengê de jî dê xwarin û govendên gelê Kurd bêne danasîn, her wiha programa filman jî wiha ye:
Înî, seet: 19:00
Halabja, die verlorenen Kinder
Şemî seet: 16:00 Staudämme in der Türkei
Şemî seet: 16:00 Hoppet
Şemî seet: 19:00 Cinawir (Das Taurus-Ungeheuer) / Meş – Lauf!
Yekşem seet: 14:00 Frauen in Kurdistan: Widerstand und gelebte Utopie
Yekşem seet: 18:00 Daye dibê Aşîtî (Meine Mutter möchte Frieden)