Li Oldenburgê Roja Filmên Kurdî bidawî bû

Li Oldenburgê Roja Filmên Kurdî bidawî bû

Roja Filmên Kurdî ku roja Înê li bajarê Oldenburg yê Almanyayê destpêkiribû, şeva din bidawî bû. Di ahenga ku li gel pêşandana film, çanda Kurdan jî hate danasandin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin.
Roja Filmên Kurdî ku bi xebatên hevkar yên Komeleya Çanda Medya ya li bajarê Lohne a girêdayî Oldenburgê û sînemaya Oldenburgê destpêkiribû, şeva din bidawî bû. Ahenga ku li salona “Cine k” pêkhat, filmên “Zarokên winda yên Helebceyê”, “Hoppet”, “Meş”, “Li Kurdistanê Jin” û “Dayê dibê Aşitî” hatin pêşandan.

Di roja yekem ya ahengê de derhênerê dokumenterê “Zarokên winda yên Helebceyê” Ekrem Heydo bi beşdarvanan re hat gel hev, di roja duwem de jî li ser bendavên li Kurdistanê û xirabûna ahenga ekolojiyê semînerek hate dayîn. Di semînerê de berdevkê Hewildana Jiyandina Hesenkeyfê Ercan Ayboya weke axaftinvan tevlî bû.
Şeva din jî piştî dokumentera “Dayê dibê Aşîtî” ku derhênertiya wê Ezîz Çapkurt kir û dayîkên aştiyê dike mijara gotinê, hate pêşandan bi temaşevanan re sohbetek kir. Di dirêjahiya sê rojan ya ahengê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin, her wiha bi folklor û defîleya cilên Kurdî bidawî bû.