Li Nantesê komeleya Engîn Sîncer hate vekirin

Li Nantesê komeleya Engîn Sîncer hate vekirin

Li bajarê Nantes yê rojavayê Fransayê ji bo vekirina Komeleya Çanda Kurdan ya Engîn Sîncer gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Bi sedan Kurdistaniyên li Nantesê jiyan dikin, ji bo vekirina komeleyê li semta St Herblainê hatin gel hev. Ahenga ku li baxçeyê komeleyê di demjimêr 15’an de destpêkir, endamê lijneya rêveber ya KNK’ê Nîzametîn Togûç tevlî bû.

Togûç di ahengê de axivî û di axaftina xwe de şehîdên meha Gulanê û sê jinên siyasetmdarên Kurd ên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anî. Togûç destnîşan kir ku, gelê Kurd bi saya van qehremanan giha vê rojê.

Piştî axaftinan Togûç û dayîka aştiyê Dayîka Dîlber li gel tîlîliyên jinan kurdela komeleyê birî. Li komeleyê wêneyê zarokê Dayîka Dîlber yê di nav refên HPG’ê de jiyana xwe ji dest da hate daliqandin.

Di vekirina komeleyê de ji hunermendên herêmê Hozan Elî Gul û Nuarîn derketin ser dikê.

Ji Endamên Lijneya Rêveber ya Komeleya Çanda Kurdan ya Engîn Sîncer, Mahir Bîngolbali, Hozan Elî Gul, Emrah Ozsoy û ji bo vekirina komeleyê tevkarî dane xelat û plaket hatin dayîn.

Ahenga ku heya direngî şevê dom kir, bi slogana bidawî bû.