Li Munîh konsera piştevaniya bi HDP’ê re

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê xebatên derdorên ku piştgiriyê didin HDP’ê dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de wê 2’ê Gulanê konsera piştevaniyê bê lidarxistin.

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê xebatên derdorên ku piştgiriyê didin HDP’ê dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de wê 2’ê Gulanê konsera piştevaniyê bê lidarxistin.

Nûnerên NAV-DEM, DÎDF, ODP, rêxistinên girseya demokratîk û Piştevaniya Demokratîk, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê platformek ava kiribûn. Di çarçoveya xebatên platformê de li qadên cuda yên bajêr konên agahdarkirinê hatin vekirin.

'GELEK HILBIJÊR DIXWAZIN BI DILXWAZÎ BIXEBITIN'

Yek ji xebatkarên Komîsyona Hilbijartinê Bedîh Boylu, diyar kir ku di çarçoveya xebatên qeydên hilbijêran de gihiştine 3300 kesî û gelek hilbijêr dixwazin bi dilxwazî bixebitin.

'PIŞTEVANIYA JI BO JIYANA NÛ'

Boylu, têkildarî konsera 2’yê Gulanê ku Parlamenterê Çewlikê yê HDP’ê Îdrîs Baluken jî beşdar dibe wiha axivî: "Em konsera piştevaniya bi HDP’ê re pêk tînin… Em ji bo banga Jiyana Nû banga piştgiriyê dikin. Konsera me ya piştevaniyê wê 2’ê Gulanê saet 16.00’an pêk bê. Adres ev e: Wolfratshausen-Loisachhalle Wolfratshausen."