Li Mexmûrê Mihrîcana 4’ê Nîsanê dest pê kir

Li Mexmûrê Mihrîcana 4’ê Nîsanê dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mîhrîcana Çand û Werzîşê bi coş û heyecan dest pê kir

Duh li wargehê bi organîzasyona Saziya Perwerdeyê ku ji sala 2002’an ve her sal bi munasebeta 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mîhrîcana Çand û Werzîşê tê lidarxistin, îsal bi coşeke mezin dest pê kir ku bi rojane amadekariyên wê tênekirin.11’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê vê sibehê saet 08.00’an li qada werzîşê ya wargehê bi tevlîbûna tevayî dibistanên wargehê û gelê wargehê; di hemandemê de bi beşdariya hevserokên Meclîsa Gel, şaredar û endamên sazî û dezgehên wargehê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Xwendekarên her dibistanekê bi poster û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alên PKK’ê û KCK’ê û wêneyên can goriyên Kurdistan; di heman deme de bi filamayên dibistanên xwe ber bi qada werzîşê ve herikîn.

Mihrîcan vê sibehê li qada werzîşê bi tevlî bûna tevayî dibistanên wargehê û gelê wargehê; dihe mandemê de bi beşdariya hevserokên Meclîsa Gel, şaredar û endamên sazî û dezgehên wargehê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Li Dibistana Şehîd Doktor Nûrî Dêrsimê bi wesîleya mîhrîcanê pêşangehek hat vekirin. Kurdelaya vekirina pêşengehê ku di nav de Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Yusuf Kara, dayikên aştiyê û endama Meclîsa Îştar Çinar Mardîn jî hebû hate qutkirin. Beriya qutkirina pêşangehê li ser navê Komîtaye Amedekar a Mîhrîcanê Mamoste Yahya Kara axivî. Kara di dest pê ka axftina xwe de ku 64’emîn Salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir destnîşan kir ku ji 2002’an ve bi munasebeta Salvegera Rojbûna Rêberê xwe mîhrîcana Çand û Werzîşê li dar dixin ku îsal 11’emîn mîhrîcan e. Di pêşangehê li gel helbest, name û kartên ji bo Rêberê gelê Kurd hatine nivîsandin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd, hunerên destan û hwd. gelek berhemên xweşik û balkêş hene. Wê pêşangeh her sê rojên mîhrîcanê vekiri bê.

Di heman demê de di çarçoveya mîhrîcanê de beza maratonê ya di navbera xwendekar de dest pê kir. Di maratonê de xwendekarên ku weke yekemîn, duyemîn û sêyemîn bi ser ketin wiha ne.

Ji xwendekarên dibistana seretayî (kur):

Yekemîn: Firat Kaya; Dibistana Şehîd Salih Kandal

Duyemîn: Bariş Bulut; Dibistana Şehîd Doktor Nûrî Dêrsimî

Sêyemîn: Welat Bîlen; Şehîd Mehmed Karasungur

Ji xwendekarên dibistana seretayî (keç):

Yekemîn: PelşînTanit; Dibistana Şehîd Nûrî Dêrsimî

Duyemîn: Zîlan Ulaş; Şehîd Mehmed Karasungur

Sêyemîn: Zehra Tok; Şehîd Mehmed Kurt

Ji xwendekarên Dibistana Navîn (Kur):

Yekemîn: Berxwedan Kara

Duyemîn: Mahsum Bulut

Sêyemîn: ZinarAlturk

Ji Xwendekarên Dibistana Navîn (Keç)

Yekemîn: Ronahî Oy

Duyemîn: Zîlan Şen

Sêyemîn: Dîlan Kara

Ji Xwendekarên Amadeyî

Yekemîn: Piling Kara

Duyemîn: Nîhat Şengul

Sêyemîn: Zaman Tunç

Mîhrîcana Çand û Werzîşê piştî nîvrojî bi aktîvîteyên cur bi cur berdewam kir. Di saet 16.00’an de jî pêşbirka derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat li darxistin. Mîhrîcan wê sê rojan berdewam bike.

Li ser banê her malê wargehê alên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd hene û alên PKK’ê hatine daliqandin. Û li tax û kolanan pankartên wek “RojbûnaRêber Apo li wepîroz be”, “64’emîn Salvegera 4’ê Nîsanê li we pîroz be ey Rêber”, “Azadî ji zarokatî dest pê dike” hatine daliqandin.