Li MEU êrîşa nîjadperest

Li kampusa Çîftlîkkoy a Zanîngeha Mersînê komeke nîjadperest bi kêr, hesin û keviran êrîşî xwendekarên çepgir kir.

Li kampusa Çîftlîkkoy a Zanîngeha Mersînê komeke nîjadperest bi kêr, hesin û keviran êrîşî xwendekarên çepgir kir.

Li kampusa Çîftlîkkoy a Zanîngeha Mersînê, komeke nîjadperest a ji 35-40 kesî ya hat hînbûn ji der ve bi wesayîtan anîne, bi kêr, hesin û keviran êrîşî xwendekarên çepgir kir. Piştî xwendekarên şoreşger jî bersiv dan pevçûn derket. Piştî demekê koma êrîşkar vekişiya.

Li ser bûyeran xwendekarên çepgir li ber Fakulteya Edebiyatê ya Fenê û Qada Cumhuriyetê bi kursî û maseyan bend çêkirin. Polîs ku ji kampûsê veqetiyan, hat diyarkirin ku ti binçavkirin û girtin pêk nehatine.

Komên nîjadperest duh jî êrîşî xwendekarên çepgir kiribûn.

Ligel vê hat ragihandin ku xwendekara Beşa Sosyolojî ya Fakulteya Fen –Edebiyat a Zanîngeha Mersîn Emîne Bîçer, ji ber der heqê wê de biryara girtinê hebû hatiye binçavkirin.