Li Mala Zarokan a Solîn şahiya zimanê dayikê
Li Mala Zarokan a Solîn a girêdayî Şaredariya Rezan, bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxistin.

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Mala Zarokan a Solîn a girêdayî Şaredariya Rezan şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de Hevşaredara Rezan Bîrsen Kaya Akat, Alîkara Hevşaredar Nevriye Çûr, Midûra Çandê ya Şaredariyê Sîbel Çakin Bayhan, endamên meclîsa şaredariyê û malbatên ku zarokên wan li Mala Zarokan a Solîn perwerdeyê dibînin beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de 30 zarokên li Mala Zarokan a Solîn perwerdeyê dibînin û malbatên wan jî amade bûn.
Zarokan bi hev re stran gotin û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin.
Hevşaredara Rezan Bîrsen Kaya Akat a di şahiyê de axivî, Roja Zimanê Dayikê pîroz kir û got, “Ji bo zarokên me bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û bi zimanê xwe mezin bibin, em ê derfetên di destê xwe bikar bînin. Em hêvîdar in, li cîhanê ti ziman û çand tine nebe.”
Hevşaredar Akat, paşê pêlîstokên bi deng ên Kurdî da zarokan û li qadên lîstikê lêkolîn kir.