Li Ludwigshafen û Montpellierê kongre
Alîkarê Hevserokê NAV-DEM’ê Dogan di kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a li Ludwigshafenê hate lidarxistin de axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û da zanîn ku divê rêxistinbûn bê xurtkirin.

LUDWIGSHAFEN
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a bajarê Elmanya Ludwigshafenê 2’yemîn Kongreya xwe ya Awerte li dar xist.
Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir û piştre axaftina vekirinê ji aliyê Hevserok Cano Yildiz ve hate kirin û got: “Me salek a xebatên xwe diyarî Rojava kiriye.” Yildiz wiha domand: “Kongreya me li rastî Komkujiya Helepçeyê hat, em kesên ku di komkujiya Helepçe, têkoşîna Rojava û enternasyonalîstên li Rojava jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”
'DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN HEMÛ MALBATAN'
Alîkarê Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan ku tevlî kongreyê bû, bal kişand ser Newroz û hilbijartinan û got: ''Wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bangekî mezin bike. Roja 7'ê hezîranê jî hilbijartinên giştî hene. Divê em gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên me xwe bi awayek xurt rêxistin bikin. Divê kesên ku wê di kongreyê de bêne hilbijartin teqez xwe bigihînin hemû malbaatan û wana bikişînin Navenda Civaka Kurd. ''
Di kongreyê de endamên Yekitiya Hêza Demokratîk AGÎF, MLKP, ATÎF, ADHF, DÎDF; KOMAW, FEDA, CÎK û FKÊ peyamên piştgiriyê ji bo kongreyê şandin.
BUYUKOZTURK Û DOGAN BÛN HEVSEROK
Di encama hilbijartinan de ji bo Navenda Civak Kurd 85 kes hatin hilbijartin, komîsyonên disiplîn, kontrolkirin û rêxistinkirinê hatin avakirin. Her wiha Kudret Buyukozturk û Halîs Dogan ji bo hevserokatiya Navenda Civak Kurd a Ludwigshafenê hatin hilbijartin.
MONTPELLIER
Meclîsa Alan a ku li bajarê Montpellier a Franseyê xebatê dimeşîne kongreya xwe ya salane pêk anî.
Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir û piştî rêzgirtinê pêşketin û bûyerên siyasî yên rojane hatin nirxandin. Piştî xwendina raporên maliye û xebatê belge pêşkêşî dengdana delegeyan hatin kirin.
Di kongreyê de rexne û pêşniyarên delegeyan hatin girtin û piştre meclîsek ji 33 kesan pêk tê hate avakirin