Li kolanên Brukselê çanda Kurd
Li kolanên Brukselê çanda Kurd
Li kolanên Brukselê çanda Kurd
Li binê peykerê Don Kîşot û Sanço Panza yê li pişta kerê wî ku karekterên romana Miguel De Cervantes Saavedra ne, ji 17'ê Îlonê û vir ve pankarta "Hefteya Çanda Kurd" daliqandî ye. Ev der Qada Spanya ya li nêzî Grande Place ya navdar a li Brukselê ye ku weke paytexta Ewropayê tê naskirin.
Bruksel yekemcar ji Hefteya Çanda Kurd re mêvandariyê dike. Armanc vegotina hemû aliyên Kurdan e. Li qadê kincên gelêrî, konên zoman, xwarinên ji mutbexa Kurdan, nanê sêlê, wêne, objeyên danasînê yên şaredariyên sponsor, pirtûk û gelek tiştên din xuya dikin.
HATINEYÊN XEFTAN JI ŞENGALÊ RE NE
Li standa Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê, kincên jinên Kurd "Xeftan", gore û gelek berhemên bi destan hatine çêkirin, tên firotin. Yek ji jinên li standê dibêje, hatineyên vê derê wê ji bo alîkariya bi penaberên Şengalî bên şandin. Buhayê kincan ji 30 heta 50 Euro ye.
Li qadê mirov dikarin tehma xwarina Kurdan jî bikin. Nanê sêlê yê ji penêr û goşkê hûrkirî (qiyme) yekser tên amadekirin. Yên çêdikin jî jin in. Li standê her wiha kulêrê ji penêr û patat, peqlewe û pel jî hene.
KALIK Û NEVÎ LI BINÊ KONÊ ZOMAN HATIN CEM HEV
Konê zoman ê di 13'ê Îlonê de di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê dîwana dengbêjan lê hat danîn, li vir jî hatiye vedan. Ev kon ê Tevgera Çanda Kurd (TEV-ÇAND) e. Li kêleka kon kaniyek bi nivîsa "Kaniya Yado" heye. Çanda zozanan a Kurdna tîne bîra mirovan. Ji xebatkarên tevgera çandê Emele dibêje, "Gava kal û pîrê Kurdan tên, bîranînên wan tên bîra wan." Ev kon di heman demê de nifşên cuda jî tîne cem hev. Emele dibêje, "Kalek ji neviyê xwe re beha vî konî dike. Em li vir têkiliya kalik û nevî didin jiyîn."
Emele dema behsa eleqeya Ewropiyan dike bi gotina "hûn dizanin?" balê dikşîne ser mijarê û dibêje, "heywanên kovî nikarin xwe nêzî vî konî bike. Ne dûpişk ne jî mar nikarin bikevin vî konî."
Dema sedema vê hat pirsîn dibêje, "Ji ber ku ji mûyê bizinê hatiye çêkirin". Emele tîne ziman ku yên tên cem vî konî, hemû wêneyê bîranînê dikşînin û diyar dike ku di rojên pêş ên Hefteya Çanda Kurd de ew ê dîwana dengbêjan li vî konî deynin. Emele dibêje, "Gelek jê demeke dirêj e nekariye biçe Kurdistanê. Ji ber vê yekê ji me re dibêjin, 'we Kurdistan anîn' û kêfxweşiya xwe tînin ziman."
Di nava sponsorên Hefteya Çandê de Şaredariyên Amed, Wan û Êlihê hene. Lewma şopên her sê şaredariyan jî li standan tê dîtin. Obje, eşyayên rewşê yên şaredariyan û li standa Şaredariya Êlihê bîbloyên behsa kevneşopiyên Kurdan dikin, balê dikşînin. Her wiha weke temsîlkirina Êlihê portreyên Cegerxwîn, Mele Abdullah, Edîp Solmaz, Mahmûd Baksî, Aram Tîgran û Xarapetê Xaço jî li qadê tên dîtin.
Li qadê, li ser trajedî û nirxên çandê yên Kurdistanê sînevîzyon tê nîşandan, her wiha muzîka Kurdî û govenda li ber dahol û zirnê tê gerandin bala şêniyên Brukselê û tûrîstan dikşînin.
Di 17'ê Îlonê de konsera Tala Caf a li Mala Pêşandanê ya Le Bellone bi baldarî hat guhdarîkirin û li fîlmê Nûray Şahîn ê bi navê Folge der Feder hat temaşekirin. Rojek piştre, paralelî çalakiyên çanda Kurd li Senatoya Belçîkayê konferansek li ser dîaspora Kurd hat lidarxistin. Danê êvarê jî hunermend Mehmet Atli, li salona dîrokî ya La Bellone konser da.
LI SENATO'YÊ KONFERANSA KURD
Di konferansa li Senatoyê de damezrînerê Weqfa Înfo Turk rojnamevan Dogan Ozguden û Serokê Enstîtuya Kurd a Bruksel Derwîş Ferho axivîn. Konferans ji aliyê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade û nivîskar Medenî Ferho ve jî hat şopandin.
Ozguden ê ji sala 1952'an û vir ve rojnamevaniyê dike, bi silavkirina "berxwedana leheng" a Kobanê dest bi axaftina xwe kir. Ozguden ê bi Fransî axivî behsa dîaspora Kurd kir û destnîşan kir ku ew têkoşîna wan parve dike. Ozguden nerazîbûn nîşan da ku di mijara naskirina nasnameya Kurd de helwesteke nîjadperest tê nîşandan û anî ziman ku rayedarên Belçîkî jî di bin zexta Enqereyê de daxwazên rewa yên Kurdan ji nedîtî ve tê. Ozguden anî ziman ji ber "serîtewandina meqamên Belçîka li ber Enqereyê" gelên koçber ên li Belçîkayê rastî êrîşên nîjadperestan hatine û ji bo vê jî êrîşên faşîst ên di navbera salên 1990 û 2000'î yên li hemberî komele û kargehan, mînak nîşan da.
Ozguden bal kişand ser lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê (YE) û got, "Têkoşîna destpêkê, di asta herî bilind de meşandina xebatê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê ye. Hefteya Çanda Kurd di vê mijarê de firsendeke girîng e." Ozguden di dewama axaftina xwe de got, "Li Rojhilata Navîn niha dînamîkekî bi tenê ye. Ew jî PKK ye. Wezîfeya ku divê Tirkiyeyî bi giranî bicih bînin, destekkirina vê tevgerê ye."
Serokê Enstîtuya Kurd Derwîş Ferho yê nêzî 30 sal in li sirgûnê dijî, behsa Kurdên li Belçîkayê kir. Ferho bi Kurdî, Flamanî û Tirkî pêşkêşî kir û got, "Kurd cara yekemîn di salên 1960 de hatin Belçîkayê." Ferho da zanîn ku di dema Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an de li gel Ermeniyan hejmareke Kurd jî hatine Belçîkayê û koreografê navdar Maurice Bejar ji bo vê mînak nîşan da.
Ferho diyar kir ku ji ber her kesên ji Tirkiyeyê hatine weke "Tirk" hatine nasandin ne pêkane di mijara nifûsa Kurdan de tespîteke rast bê kirin û got, "Me di sala 1983'an de lêkolînek kirin û gihaştin wê encamê ku 30-35 hezar Kurd hene. Gelekî zehmet e ku mirov tespît bikin çiqas Kurd hene, lê belê em texmîn dikin ku di roja îro de di navbera 40-60 hezar Kurd hene (...) Di salên 60 de weke karker, di salên 80'yî de ji ber sedemên siyasî, di salên 90'î de jî ji ber sedemên aborî, koçberiyê destpê kir."
Ferho da xuyakirin ku ew bi xwe di salên 1970'yî de hatiye Belçîkayê û got, "Em geriyan, lê kesekî ji xwe re digot Kurd im tinebû. Gelek saziyên Tirkan hebûn. Kurd ditirsiyan bêjin Kurd im. Bajar bi bajar em geriyan, me 6 Kurd dîtin lê nêrînên wan ên siyasî ji hev cuda bûn. Em bûn 7 kes, ji 7 nêrînên siyasî yên cuda. Me gotin bila bi tenê Kurdistanî be û me komeleya xwe ava kirin. Di sala 1983'an de me weke Enstîtuya Kurd nav guherandin. Em di xizmeta gelê Kurd de ne û em di xizmeta partiyên ku dibêjin vê xizmetê didin, de ne."
PÊŞENGEHA WÊNEYAN A AMAZONÊN PKK'Ê
Saet di 19:30'an de konsera Mehmet Atli ya li salona La Bellone, bi baldarî hat temaşe û guhdarîkirin. Dûre fîlmê Hîner Salem ê bi navê "My Sweet Pepper Land" hat temaşekirin. Li beşeke din a heman salonê pêşengeheke wêneyan a bi navê "Amazonên PKK'ê" hebû. Di pêşengeya di çarçoveya Hefteya Çandê de hat vekirin de, wêneyên gerîlayên jin ên ji aliyê rojnamevanê ciwan ê Belçîkî Colin Delfosse ve hatin kişandin, hatin nîşandan. Organîzatora pêşengeyê Sîbel Ceylan anî ziman ku ew saleke xebatên vê pêşengê dimeşîne. Ceylan diyar kir ku wê beriya niha li Enstîtya Kurd a Brukselê û Muzeya Wêneyan a Charleroi pêşeng vekiriye û da zanîn ku wê di meha Mijdarê de careke din li Muzeya Wêneyan pêşengehê vekin. Li Mala Pêşandanê ya La Bellone, piraniya wan portreyên gerîlayên jin 10 wêne hatin nîşandan. Hefteya Çandê wê heta 21'ê Îlonê dewam bike.