Li Kobanê 13 hezar xwendekarên zimanê kurdî ezmûn bûn

Li Kobanê 13 hezar xwendekarên zimanê kurdî ezmûn bûn

Li Kobanê ezmûnên zimanê kurdî ji 13 hezar xwendekarên zimanê kurdî re, di 18 dibistanên fermî de hate lidarxistin.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji despêka salê de, di 18 dibistanên fermî de dest bi zimanê kurdî kiribû. SZK’ê ku dersên kurdî li 18 dibistanên Kobanê û 5 ê gundê derdorê dabû destpêkirin, ezmûnên navîn lidar xist. Li hemû dibistanên asta seretayî û navîn ên Kobanê ezmûnên zimanê kurdî ji 13 hezar xwendekaran re hate lidarxistin.

Xwendekara Zimanê Kurdî Xalya Îsa jî keyfxweşiya xwe anî ziman û got: ’’Em wek şagirtên zimanê kurdî pir keyfxweşin ku fêrî zimanê xwe dibin, me di ezmûna de baş nivîsî û em hewldidin ku zimanê xwe bigihînin asta zimanên navnetewî û em bi hemû hêza xwe jib o vê yekê têdikoşin.’’

Mamosteya zimanê Kurdî Şêrîn Muslim jî, da zanîn ku ev cara yekeme ezmûnên zimanê kurdî di hemû dibistanên Kobanê de têne lidar xistin.

Li aliyek din jî Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz bi alîkariya SZK’ê bawername li 21 xwendekarên ji gundê Qermox a Kobanê belav kirin.