Li Îzmîrê ji bo perwerdeya zimanê dayikê meş hat lidarxistin
Li Îzmîrê ji bo perwerdeya zimanê dayikê meş hat lidarxistin
Li Îzmîrê ji bo perwerdeya zimanê dayikê meş hat lidarxistin
Li Îzmîrê bi meşekê hat xwestin perwerdeya zimanê dayikê bê dayîn û "Andimiz-Sonda me" ya li dibistanan bi xwendekaran tê xwendin, were rakirin.
Endamên KURDÎ-DER'ê Şaxê Îzmîrê, bi armanca dayîna perwerdeya zimanê dayikê û rakirina "Andimiz-Sonda me" ji ber Konak Piere heta Sumerbanka kevin meşiyan.
Bi dehan kesan dowîzên bi nivîsa "Ziman ze şite mayi helol o", "Li zimanê xwe xwedî derkevin", "Jiyan bi Kurdî xweşe" hilgirtin û dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye", "Bijî zimanê Kurdî" qîriyan.
Li ser navê komê Serokê KURDÎ-DER Şaxê Îzmîrê Mûstafa Borak peyivî û bibîr xist ku ziman û çanda Kurd di nava zimanên tê xwestin were asîmîlekirin de cih digire û destnîşan kir ku hînê zimanê Kurdî li Tirkiyê di Destûra Bingehîn de cih nagire. Borak got, "Bi salan Kurd li Tirkiyê ji ber zimanê xwe bikar anîne hatin darizandin, girtin. Her çend îro ji ber bikaranîna zimanê xwe nayên girtin jî, hînê nikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin."
Borak xwest, "Andimiz-Sonda me" ya li dibistanan tê xwendin jî bê rakirin.