Li Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên tahliyekirin

ÎHD’a Îzmîrê, daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên tahliyekirin û mirina girtiyê bi navê Riza Kazici yê li Girtîgeha Kandrayê jî wek hovîtî bi nav kir.

ÎHD’a Îzmîrê, daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên tahliyekirin û mirina girtiyê bi navê Riza Kazici yê li Girtîgeha Kandrayê jî wek hovîtî bi nav kir.

ÎHD’a Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş ên li girtîgehan li ber Suberbanka Berê ya Konakê daxuyaniyek da. Çalakiya ku nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sîvîl beşdar bûn, pankarta ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat vekirin.

Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek da zanîn ku ji bo girtiyan qada jiyanê her diçe teng dibe û hat gotin ku girtiyên nexweş roj bi roj nêzî mirinê dibin.

DIŞÎNIN MIRINÊ

Çîçek got herî dawî girtiyê bi navê Riza Kazici ji ber pirsgirêka roviyan ku emeliyet derbas kiribû, piştî emeliyetê hema şandibûn girtîgehê û li girtîgehê ji ber enfeksiyonê jiyana xwe ji dest daye. Çîçek wiha got: “Ev rewşa qaşo di bin kontrola dewletê pêk hatiye, em wek hovîtî bi nav dikin. Girtiyan dişînin mirinê. Divê girtiyên nexweş demildest bên dermankirin. Em dîsa dibêjin 282 jê giran 721 girtiyên xweş li benda tehliyekirinê ne. Mafê her girtiyekî yê  jiyanê heye.”