Li Hezexê ji bo perwerdeya zimanê dayikê îmze tên komkirin

Li Hezexê ji bo perwerdeya zimanê dayikê îmze tên komkirin

Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hezexê, ji bo bi zimanê dayikê perwerde were dayîn û "Sonda Tirkîtiyê" ya li dibistanan tê xwendin bê rakirin, stanta îmzeyan vekir. 

Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hezexê bi daxwaza "Perwerdeya Zimanê Dayikê" û ji bo redkirina "Sonda Tirkîtiyê" ku bes li dibistanan bê xwendin li Kolana Hunerê ya Hezexê û Raxestgeha Cizîrê stanta îmzeyan vekir. 

Nûnertiyê di stantê de pankarta bi nivîsa "Ziman hebûna gelane" vekir. Îmzeyên ku bên komkirin dê radestî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Hezexê bên kirin. Nûnerê Egîtîm Senê Tacettin Yalçin, diyar kir ku bi boneya balê bikşînin ser daxwazên gel û pirsgirêkên ziman stanta îmzeyan vekirin.