Li Hezexê 4600 kesan perwerdeya bi Kurdî xwestin

Li Hezexê 4600 kesan perwerdeya bi Kurdî xwestin

Li navçeya Şirnex Hezexê, bi daxwaza "Perwerdeya Zimanê Dayikê" 4 hezar û 600 daxwazname hatin komkirin. Daxwazname radestî Midûrê Perwerdeyê hatin kirin. 

Li navçeya Şirnex Hezexê, di pêşengiya KURDÎ-DER, Nûnertiya Egîtîm Sen û Rêxistina BDP'e ya Hezexê de bi daxwaza "Perwerdeya Zimanê Dayikê" 4 hezar û 600 îmze hatin komkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Hezexê Ekrem Şavli, berî daxwaznameyan radestî Midûriyeta Perwerdeyê bike daxuyanî da û diyar kir ku ji bo daxwazên xwe binin ziman dê van îmzeyan radestî Midûrê Perwerdeya Navçeyê bikin. Piştî daxuyaniyê daxwazname radestî Midûrê Perwerdeyê yê Hezexê Adnan Gezer kirin.