Li gorî salên berê germtirîn Hezîrana Ewropa 

Li hin welatên Ewropayê bi dehan sal in meha Hezîranê ev qasî germ nebûbû. Hişyarî tê dayin ku yixtiyar, zarok û nexweş ji ber germê li xwe guhdar bin.

Piraniya welatên Ewropayê ketin ber pêla hewaya germ, ji sibe û pê de germahî wê zêdetir bibe. Li Spanya germahî wê bibe 42 pîle. Her wiha li Elmanya jî piştî 72 salan wê Hezîran ev çend germ be. Li Fransa jî azûmûna qedandina dibistana navîn ku wê vê heftê bihata kirin ji ber germahiyê hate taloqkirin.

PÊLA GERM A KU JI EFRÎKAYÊ TÊ

Pêla hewaya germ ku ji Çola Sehra ya Efrîkayê tê li Ewropa bû sedema germahiya zêde. Li gelek welatên Ewropayê ji ber germayê ketin rewşe alarmê, li gelek welatan rayedar bi tevdîrên jidiyayî armanc dikin ku ziyana ji ber germayê kêm bikin.

REWŞA SPANYA Û ELMANYAYÊ

Li Elmanyayê piştî Hezîrana 1947'an, ku li Frankfûrê germahî bûbû 38,2 pîle, tê gotin dibe ku vê Hezîranê germahî rekorê bişkîne û ji 38,2'yan derbas bibihure.

Her wiha li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Spanyayê li herêma naverastê, başûr û rojhilatê bakur germa dibe ku bigihe 40 pîleyî.

LI FRANSAYÊ AZMÛN HATIN TALOQKIRIN

2003'an li Ewropayê ji ber germa zêde 70 hezar kes miribû. Tê payin ku vê heftiyê li Fransayê li herêmên naverastê û rojhilat germahî pir zêde bibe û li gel Lyonê li gelek bajaran germahî bigihije 40 pîleyî. Ji ber germahiya zêde azmûna qedandina dibistana navîn ku vê Pêrşemê û Înê wê bihatana kirin, taloqî 1 û 2'yê Tîrmehê bûn.

Li Ingiltere jî li gel germahiyê tê payin ku ecacok rabe. Li Ewistiryayê jî tê payin ku germahî bibe 37 pîle û her wiha ecacoka şidiyayî rabe.

Li welatên Skandînavê jî ji îro ve germahiyê dest pê kir, li  Danîmarka û Swêdê germahî wê bigihije 30 pîleyî.