Li girtiyê PKK’ê Mehmet Aktaş îşkenceya tecrîdê
Mehmet Aktaş ê li Girtîgeha Midyadê Tîpa M de girtiye, ev hefteyeke bi awayekî keyfî di hucreya yek kesî de tê girtin.
Mehmet Aktaş ê li Girtîgeha Midyadê Tîpa M de girtiye, ev hefteyeke bi awayekî keyfî di hucreya yek kesî de tê girtin.
Mehmet Aktaş ê li Girtîgeha Midyadê Tîpa M de girtiye, ev hefteyeke bi awayekî keyfî di hucreya yek kesî de tê girtin. Biraziya Aktaş, Sultan Aktaş ji ANF’ê re axivî û got tevî ti eleqeya apê wê pê tineye, bi sûcdariya deriyê koxuşa hewastendinê xera kiriye, hatiye sûcdarkirin û xistine hucreya yek kesî û piştre jî bi sirgûnê hatiye tehdîdkirin.
DERÎ XERA BÛ XISTIN HUCREYÊ
Zextên li ser girtiyên siyasî her diçin zêde dibin. Girtiyê PKK’ê Mehmet Aktaş, ku li Girtîgeha Midyadê Tîpa M a Mêrdînê dimîne, bi sûcdariya ku deriyê koxuşa hewastendinê xera kiriye, hat sûcdarkirin û ev hefteyeke di hucreya yek kesî de tê girtin. Sultan Aktaş a 23’ê Hezîranê çû hevdîtina apê xwe Mehmet Aktaş, bi vê pêkanîna hesiyaye û got ti eleqeya apê wî bi xerabûna derî tine û tevî vê beyî parastina wî bigirin, xistine hucreya yek kesî.
TEHDÎDA SIRGÛNÊ
Aktaş got îdareyê têkildarî mijara wê ev tecrîd çiqasî bidome ti agahî nedaye û got nahêlin apê wê bi parêzerên xwe re bikeve têkiliyê û Aktaş wiha dewam kir: “Rewşa apê min ne baş bû. Apê min bi sirgûnê tehdîd kirine. Ger wisa be wê ji me qut bikin. Hevalên koxuşê bertek nîşan dane lê vê jî feyde nekiriye. Divê ev tecrîd demildest bi dawî bibe.” Aktaş banga alîkariyê li parêzvanên mafê mirovan kirin.