Li gelek navendên Elmanyayê wê çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin

Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga Amedê li gelek navendên Elmanyayê wê bi girseyê bên şermezarkirin.

Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga Amedê li gelek navendên Elmanyayê wê bi girseyê bên şermezarkirin.

NAV-DEM a daxuyaniyeke nivîskî weşand banga, “Ji bo xwedîderketina li HDP’ê ber bi çalakiya demokratîk” kir.

NAV DEM çalakî şermezar kir û got: “Em şehîdên xwe bibîr tînin, ji birîndaran re şifayê dixwazin. Pêwîst e gelê me li hember vê êrîşa xeter bê deng nemîne. Li her bajarê lê gelê Kurd, dostên wan, tevayî derdorên demokratîk çalakiyên xwe yên demokratîk û aştiyane nîşan bidin.

Dîsa em bang li tevayî pêkhate û aktîvîstên HDP’ê yên li Elmanyayê dikin ku her du rojên dawî hê zêdetir bixebitin, xizm û nasên xwe yên li welêt îqna bikin da ku deng bidin HDP’ê, ji bo wan îqna bikin ku ji bo HDP’ê bixebitin û bi armanca parastina sindoqan ji bo bibin muşahîd wan îqna bikin hewldanên xwe derxin asta herî jor. Bersiva herî baş a li hember van êrîşên AKP’ê wê xebata me ya rêxistinkirî be.”  

NAV-DEM’ê diyar kir ku wê çalakiyên şermezarkirinê yên îro ew in:

Berlîn: Saet 16:00 Hermanplatz

Hamburg: Saet 16:00 li pêşiya Altona HBF

Dortmund: Saet 14:00, li pêşiya HBF

Duîsburg: Saet 17:00 li pêşiya HBF

Wuppertal: Saet 13:00 navenda bajêr

Dusseldof: Saet 12:00 li ber HBF

Nurnberg: Saet 17:00 Jakobsplatz

Saarbrucken: Saet 16:00 Europagalerî

Stûttgart: Saet 18:00 Kernerstr

Frankfûrt: Saet 11:00 li beramberî Îstasyona Navend

Bîelefeld: Saet 15:00 li pêşiya HBF