Li gelek navendan 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li bajarên Elmanya Bensheim û Freiburg, li paytexta Romanya Bukreş 66. salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

BENSHEIM
Li bajarê Bensheim ê Elmanyayê 66. salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiya ku îro piştî nîvro pêk hat nêzî 200 Kurdistanî tevlî bûn. Hevberdevka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bensheim Elîf Delîbalta di axaftina xwe ya pîrozbahiyê de got, “4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û ya gelê Kurd pîroz be. Êdî sebra me nemaye. Em dixwazin sala 2015’an bibe azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û Rojhilata Navîn.”
Piştî axaftinê peyama PAJK’ê ya bi wesîleya 4’ê Nîsanê hat xwendin.
Pîrozbahî, li ber stranên Koma Çandê ya Bensheim bi govendê dewam kir.
FREIBURG
Li Freiburg jî di pîrozbahiya ji aliyê Komuna Jinan a Nûda ve hat organîzekirin, piraniya wan jin û zarok gelek kes tevlî bûn.
Di pîrozbahiya li Navenda Civaka Kurd a Freiburg, li ser navê Meclîsa Gel û Komuna Jinan a Nûda daxuyanî hatin dayîn. Her wiha sînevîzyona têkildarî jiyana Ocalan hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê paste hat birîn û li beşdaran hat belavkirin. Li ber stranan govend hat gerandin û pîrozbahî heta derengiya şevê dewam kir.
BUKREŞ
Li paytexta Romanya Bukreş jî 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Çandê ya Kurd a Bukreş pêk hat. Di pîrozbahiyê de Serokê Navenda Çandê ya Kurd Alî Guler axaftinek kir. Paşê zarokan paste birîn û li beşdaran hat belavkirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.