Li Franse pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
Li 95 cihên cûda yên Franse karker û kedkar ji bo 1’ê Gulanê daketin qadan.
Li 95 cihên cûda yên Franse karker û kedkar ji bo 1’ê Gulanê daketin qadan.
Merasima herî qelebalix a li welatê Franse li qada Republique- Nation a li paytex Parîsê pêk hat. Bi dehhezaran karker, kedkar banga sendîkayên CGT, FSU, UNEF, UNSA û Salidaire daketin qadan; bêdadiya civakî, polîtîkayên şidandina kemberê, rêjeya bêkariyê protesto kirin û daxwaza zêdekirina heqdestê kêmtirîn hate kirin.
Rêxistinên penaberan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî ku mêvanê mitînga 1ê Gulanê ya li Qada Republique ya Parîsê pêk hat bûn, di saetên danê sibê de hatin cihê çalakiyê. Konseya Demokratîk a Kurdên Franse, Navend Civaka Demokratîk, MLKP, DÎDF, TÎKKO, TÎKB, Proleteryaya Şoreşger, Kizibayrak, Federasyona Elewiyên Franse, Komeleya Sîlemînî û gelek saziyên din ên al, flama û pankartên xwe li Qada Republique vekirin. Sazî û rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî cihê xwe li derdorên nêzîk ên standa mitîngê girtin û piştre li ber mûzîkan govend gerandin.
Meşa herî mezin a bi beşdariya konfederasyona sendîkayan CGT pêk hat, saet di 15:00 de dest pê kir. Piştre sendîkayên xwendekaran, konfederasyonên din û rêxistinên sivîl hatin qadê û piştre dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên protestokirina polîtîkayên nijadperest, pêkanînên li hemberî penaberan, bêkarî, polîtîkayên hilweşîna civakî û pirsgirêkên din ên rojeva Franseyê hatin vekirin û dirûşimm hatin gotin.
Saziyên Kurdistanî û Tirkiyeî îsal ji salên din cûdaketir û bi girseyeke zêdetir tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê bûn.
Hevparên HDP’ê dirûşimên “Bijî 1’ê Gulanê” vekirin û kortejek ava kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û di belavokan de tê gotin ku wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş roja 2yê gulanê tevlî mitînga girseyî ya li Parîsê bibe û dirûşimên “HDP wê bendê hilweşîne” hatin gotin.
Serokên konfederasyonên sendîkayan, hilbijartî û kesayet tevlî di rêzên pêş ên kortejên meşê de girtin. Di daxuyaniyên ji aliyê serokên sendîkayan ve hatin dayin de, hate ragihandin ku li seranserê Franseyê milyonek kedkar li 95 cihên cûda tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûne.