Li Fransayê polîtîkaya şer a AKP’ê hat protestokirin

Li Fransayê polîtîkaya şer a AKP’ê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve hat şermezarkirin.

Li Fransayê polîtîkaya şer a AKP’ê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve hat şermezarkirin.

Li bajarê Creîl ê Fransayê tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komkujiya Pirsûsê, operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî ya dewleta Tirk hatin protestokirin.

Di meşa ku bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Creîl ve pêk hat, MLKP, Atilim, SKB, bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Di meşa li ber Gara Creîl destpê kir wêneyên Ocalan û ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de belavokên ku têde behsa polîtîkayên şer ên dewleta Tirk dane destpêkirin hene hatin belavkirin. Dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe", "Qatil Erdogan", "Dewleta Faşîst wê hesab bide” û “Ji şer re na” hatin gotin. 

...