Pîrozbahiyên rojbûna 66’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welatên cuda yên Ewropayê berdewam dikin. Di çalakiyên hatin lidarxistin de hate diyarkirin ku Ocalan ji bo têkoşîna gelan û jinan xwedî wateyeke gelek mezin e.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 4 avrêlê 2015, 19:18
Pîrozbahiyên rojbûna 66’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welatên cuda yên Ewropayê berdewam dikin. Di çalakiyên hatin lidarxistin de hate diyarkirin ku Ocalan ji bo têkoşîna gelan û jinan xwedî wateyeke gelek mezin e.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê bi sedan kes ji bo pîrozkirina Rojbûna 66’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûn.
Çalakiya pîrozbahiyê li Salona Dawetê ya Arasê hate lidarxistin. Piraniya wan jin û zarok bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
Salona ku pîrozbahî têde hate lidarxistin bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan û pankarta “Rojbûna Rêber Apo, Rojbûna Azadiya Gelê Kurd e” hate xemilandin.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhed û Rojnamevan-Nivîskar Fuat Kav di pîrozbahiyê de axivîn û diyar kirin ku Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Rojhilata navîn û azadiya jinan xwedî girîngiyeke mezin e.
Di çalakiyê de zarokan paste birîn û li ber stranên hunermendên TEV-ÇAND’ê govend hate gerandin.
DUISBURG
Li bajarê Duisburgê yê Elmanyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Çalakiya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir û gelek kesên li Duisburgê dijîn tevlî pîrozbahiyê bûn.
Axaftina vekirinê ji aliyê endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan (NCDK) Nûh Yildirim ve hate kirin. Yildirim rojbûna Ocalan pîroz kir û got: “Ji ber ku em Kurd xwedî rêberekî wiha ne, em gelek bi şans in. Di serî de li rêbertiya me û hemû gelê me pîroz be.”
Piştî axaftina Yildirim, peyama Koma Jinên Kurdistanê (KJK) ya bi wesîleya rojbûna Ocalan, hate xwendin.
Di pîrozbahiyê de pasteya bi rengên alên KCK û PKK’ê hatibû xemildandin ji aliyê zarokan ve hate birîn. Û dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” hatin gotin.