Li Fransa panela piştevaniya bi Kobanê re

Di panela piştevaniya bi Kobanê re ya li bajarê Creîl, hat diyarkirin ku ji bo pirsgirêkên li Kobanê bên derbaskirin û ji nû ve avakirinê divê piştevanî zêde bibe.

Di panela piştevaniya bi Kobanê re ya li bajarê Creîl, hat diyarkirin ku ji bo pirsgirêkên li Kobanê bên derbaskirin û ji nû ve avakirinê divê piştevanî zêde bibe.

Li bajarê Creil ê Fransa ji aliyê Navenda Civaka Kurd bi armanca piştevaniya bi Kobanê re panelek hat lidarxistin. Di panelê de Nûnerê Fransa yê PYD’ê Dr. Xalit Îsa, Nûnera Heyva Sor Fatma Akdogan, Şaredarê Nogent Sur Oise Igan François, Nûnerê Partiya Komunîst, Encumenê Şaredariya Creil Yvette Cesbron, Hevseroka Rêveberiya Herêmê Nellie Rochex, Endama Komîteya Navendî Viviane Claux, Nûnera CDKF Yekbûn Eken û bi sedan kes beşdar bûn.

'JI NIHA Û PÊ VE GIRÎNG E'

Axaftvanan, serketina Kobanê silav kirin û diyar kirin ku wê li rex Kurdên ku bi hêza xwe ya cewherî serketin bi dest xistin, cih bigirin. Axaftvanên Ewropî bal kişand ku li Kobanê di heman demê de şerê mirovatiyê tê dayîn û ev peyam hat dayîn: "Tiştên ji niha û pê ve bên kirin jî pir girîng e. Pirsgirêka derûnî ya zarokan, pirsgirên gel ên cih û xwarinê hene. Avahî û xanî hilweşiyan. Divê dewletên cîhanê dest biavêjin van pirsgirêkan.”