Li Farqînê şevbêrka dengbêjan

Li Farqînê şevbêrka dengbêjan

Navenda Çand û Hunerê ya Zembilfiroş a li Farqînê dixebite, li kafeya Sîn Şevbêrka Dengbêjan li darxist.

Di şevbêrkê de gelek kes hatin gel hev û komkujiya Rojava hat şermezarkirin. Di şevê de beriya ku dengbêj kilamên xwe vebêjin, li ser navê dengbêjan Şerîfe Farqîn axaftinek kir û anî ziman ku divê gelê Kurd komkujiya li Rojava bibîne û li hemberî vê yekê jî bi hişyarî û berpirsyarî tevbigere. 

Piştî axaftinê dengbêj heta derengiya şevê klamên xwe stirîn.