Li Farqînê rojên Çand û Hunerê destpê kir

Li Farqînê rojên Çand û Hunerê destpê kir

Navenda Çandê ya Zembilfroş a Farqînê bi şîara "Em bi Hunera Demokratîk, bi çemka Jiyana Azad bi civaka xwezayî re bibin yek" bi bernameya "Şevbêrka Dengbêja" dest bi Rojên Çand û Hunerê ya Farqînê kir.

Rojên Çand û Hunerê ya Farqînê ku ji aliyê Navenda Çandê ya Zembilfroş a Farqînê ve bi şîara "Em bi Hunera Demokratîk, bi çemka Jiyana Azad bi civaka xwezayî re bibin yek" bi bernameya "Şevbêrka Dengbêja" dest pê kir. Bernameya "Şevbêrka Dengbêjan li Qada Azadiyê ya Taxa Selahattinê li ser hawizê avê pêk hat.

Di bernameyê de Rêveberên BDP'ê, nûnerên KURDÎ-DER, MEYA-DER, TUAD-DER, xebatkarên Navenda Çandê ya Zembilfroş, welatiyên taxê jî di dav de bi sedan kes amade bûn. Di bernameya Şevbêrka Dengbêjan de dengbêjên navdar ên ji Mûş, Êlih, Farqînê bi sewt û awazên xwe stran gotin. Şeva Dengbêjan rasti eleqeyek mezin hat.