Li Ewropayê trafîka hewayî bi rêjeya 3 ji 4'an kêm bû

Trafîka hewayî ya li Ewropayê ji ber vîrûsa koronayê kêm bû. Tê gotin ku şîrketên hewayî wê sala 2020'an 252 milyar dolarî winda bikin.

Rêxistina ewlehiya hewayî ya Ewropayê Eurocontrol Duşemê li qada hewayî eskortî tenê li 6 hezar û 837 firîna kir. Dema ku mirov bide ber beriya bi salekê ya eynî rojê hate gotin 4 ji 3'an kêm bûye.

Midûrê Eurocontrolê Eamonn Brennan li ser malpera mîcrobloggîn Twîtterê ragihand, ku kêmbûn 75,9 ji 100'î ye. Hate diyarkirin, dema ku mirov bide ber ya sala çûyî ferq zêde bûye.

Destpêka meha Adarê ferq tenê 100 ji 1'î bû, ji 18'ê Adarê û vir be hijmara firîna bi kontrola Eurocontrolê dema ku mirov dide ber 2019'an bi kêmanî 2 caran lê, kêm bûye.

Hate ragihandin kêmbûn bi temamî têkilî kêmbûna seferên balafirên rêwiyan e.

Li gel vê jî hate gotin hijmara derbarê firîna kargoyan a van rojên dawî, hema hema weke ya par e.

Covîd-19'ê pir bandor li ser sektora rêwîtiya hewayî kir.

Yekîtiya Barhilgiriya Hewayî ya Navneteweyî (IATA) li ser maliyeta kêmbûna trafîka hewayî daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, maliyeta sala 2020'an a felçbûna seferên balafiran ji ber vîrûsa koronayê wê ji bo şîrketên hewayî 252 milyar dolar be.