BI DÎMEN

Li Ewropayê DAIŞ û Tirkiye tê protestokirin

Êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, li bajarên cuda yên Ewropayê tên protestokirin. Di çalakiyan de DAIŞ û dewleta Tirk ku bi sedema rola wê di êrîşê de heye hat lanetkirin.

Êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê li bajarên cuda yên Ewropayê tên protestokirin. Di çalakiyan de DAIŞ û dewleta Tirk ku bi sedema rola wê di êrîşê de heye hat lanetkirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê hat protestokirin. Kurdên li navenda Saarbruckenê hatin cem hev alên YPG-YPJ’ê hildan û bi mîtînga ku pêk anîn êrîşa terorîstî ya li hemberî Kobanê pêk hat protesto kirin.

Di axaftinên de, hat diyar kirin ku Kurd bi van êrîşan têk naçin, berevajî girêdana wan a bi welatê wan re zêdetir dibe. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku beyî desteka welatên herêmî ev êrîşên terorê nekarin ji aliyê çeteyan ve pêk bên û bal kişandin ser rola Tirkiyeyê ya di êrîşan de. Hat gotin ku piştî serketina HDP’ê ya di 7’ê Hezîranê de û têkçûna DAIŞ’ê ya li dijî YPG û YPJ’ê, Tirkiye û DAIŞ bi hev re tevgeriyane.

PARÎS

Li paytexta Parîs a Fransayê jî li herêma Vîllîers le Bel bi pêşengiya Ciwanên Azad meşek pêk hat û DAIŞ hat protestokirin.  Girseyê dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Terorîst Tirkiye, terorîst DAIŞ" berz kirin û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên DAIŞ’ê bi desteka dewleta Tirk pêk hatiye û hat diyarkirin ku qezencên Kurdan hezm nakin.”

Her wiha ji bo meşa protestoyî ya îro saet di 17.00’an de li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê tê kirin jî banga beşdarbûnê hat kirin.

...